Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku piştî operasyonên paqijkirinê, hêzên wan dîtin ku jimareke di navbera 60 heta 90 çeteyî xwe di beşê bakurê girtîgehê de veşartiye.
Navenda ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku Hêzên wan banga radestkirinê li wan çeteyan dikin û wê rêkarên pêwîst bikin.
QSD: DI pêngavê de 3500 çeteyî neçarî radestkirinê hatin kirin
QSD’ê eşkere kir ku, di pêngava kontrolkirina Girtîgeha Sînaayê de, 3500 çeteyên ku beşdarî bûyerên li girtîgehê bibûn, neçarî radestkirinê kirin.
Li gorî ragihandina QSD’ê niha şervanên wan operasyonên lêgerîn û paqijkirinê didomînin.