
Dewleta Tirk 11 DAIŞiyên Fransî û yekî Australî dersînor dike.
Wezareta hindir a Tirkiyê ragihand ku wan 11 DAIŞiyên Fransî û DAIŞiyekî Australî şandin welatên wan.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, hîna jî operasyona dersînorkirina DAIŞiyên biyanî dewam e.
Herî dawî, dewleta Tirk 5 DAIŞ’iyên Alman dersînor kirin.
Hefteya borî jî, wezareta hindir ragihandibû ku wan ji meha borî ve 59 DAIŞ’î şandine welatên wan.