Îtalya: Aloziya Sûrî dûrî çareseriyê ye

Serokwezîrê Îtaliyayê diyar kir ku aloziya Sûriyê hîna jî dûrî çareseriyê ye û xebatên Komîteya Destûrî bi proseya siyasî ya astengdar bi nav kir.

Di xebatên dawî yên komxebata Diyalogên Navînî yên Pêncemîn a salane de, ku bi serpereştiya Wezareta Derve ya Îtaliyayê bû Serokwezîrê Îtaliyayê Giuseppe Conte bal kişande ser aloziya Sûrî û got:

Herêma Navîn ji ber berjewendiyên herêmî û navdewletî bûye herêmeke ne aram, nemaze li Sûriye, Lîbya û Yemenê.

Têkildarî aloziya Sûrî û proseya siyasî li Sûriyê, serokwezîrê Îtalyayê tekez kir ku ”aloziya Sûriyê hîna jî dûrî çareseriyê ye” û xebatên Komîteya Destûrî weke ”proseya siyasî ya astengdar” bi nav kir.

Hêjayî gotinê ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, hikumeta Îtaliyayê bang li dewleta Tirk kir ku ”yekser xwe ji Sûriyê vekişîne.”

Leave a Reply

Back to top button