Rezinkov: Rojane 500-600 leşkerên Rûsya tên kuştin

Serokê Ukrayna Zelensky got, Çekên pêwist yên ji bo leşkerên li herêmê wê were şandin.
Rêveberiya Moskow li aliyekê ji bo bilindkirina temenê leşkeriya neçarî ketiye tevgerê û li aliyê din jî dixwaze li dijî kesên dijberiya şer dike, dest dênin li ser malê wan.

Plan têkçûyî û daxwazên derengmayî.

Deshilata Moskow di şerê li Ukrayna de li armancên xwe digere.

Şerê li Ukrayna êdî Rûsya diwestîn e.

Şerê li rojhilatê welat di meha xwe ya zivistanê de jî didome.

Wezîrê Parastinê yê Ukrayna Oleksii Reznikov diyar kir ku li Ukrayna rojane 500-600 leşkerên Rûsya têne kuştin.

Reznikov îdia kir ku her çiqasî rewşa li Soledar zehmet e jî lê hîna di bin kontrola wan de ye.

Zelensky: Ji bo leşkerên li Bahmut û Soledar tişta pêwist wê bê dayîn

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku cebilxane û çekên pêwîst wê bê navber û yekser ji bo leşkerên li herêma Donetsk ku herî zêde şerên tund lê diqewimin, bê dayîn.

Volodymyr Zelensky di peyama xwe ya vîdyoyê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirî de bal kişand li ser rweşa li herêmê.

Zelensky ragihand ku wan bi nûnerên hêzên ewlehiyê yên welat re civiyane û rewşa heyî gotûbêj kirine.

Serokomarê Ukrayna got:

“Ez teqez dikim ku hêzên ku van bajaran diparêzin wê demildest û bê navber cebilxane û her tiştê pêwîst were dayîn.”

Duma dixwaze dest dêne li ser malên kesên dijî şer in

Serokê Dûmayê Vyaçeslav Volodîn daxwaz kir ku qanûnek ji bo desteserkirina hemû mal û milkên welatiyên Rûsyayê yên ku li dijî şer derdikevin û artêşa Rûsyayê rexne dikin, were çêkirin.

Volodin ku li ser kanala Telegramê ya Dumayê daxuyanî da, destnîşan kir ku tedbîrên wek ceza têrê nakin.

Volodin ku ji bo tazmînata zirara van kesan di qanûna cezayê de rêzikname xwest.

Volodin wek yek ji navên nêzîkî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tê dîtin.

Rûsya ji bo leşkeriya neçarî dixwaze biryarên nû derxe

Rûsya jî plan dike ku sînorê temen ji bo leşkeriya neçar zêde bike.

Tê diyarkirin ku Moskow plan dike ku bi vî awayî hejmara leşkerên Rûsyayê ji sedî 30 zêde bike.

Di Îlonê de, Rûsyayê ji bo cara yekem piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn seferberî ragihand û banga leşkerkirina awarte ji zêdetirî 300,000’î kiribû.

Li gorî pergala heyî ya li Rûsyayê, temenê leşkeriyê ji 18 heta 27 salî ye.

Şoygu pêşniyar kir ku temenê leşkeriya mecbûrî dakeve 30 salî.

Back to top button