Ciwanên Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û PDK’ê li ser herêmên parastinê meşiyan

Nerazîbûnên li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Gelê Bakur û Rojhialtê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe li dijî van êrişan çalakiyên xwe didomînn. Di çalakiyên îro de bang li civaka navnetweî hate kirin bi berpirsiyariyên xwe rabin. Her wiha li dijî êrişa peyama bilindkirin têkoşînê hate dayîn

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakî dewam dikin.

Ciwanên Qamişlo ji bo şermezarkirina van êrişan daketin kolanan.

Bi sedan ciwan ji Çerxeriya Efrîn ber bi Gorisatan Şehîd Delîl Saroxan ve meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Yekîtiya Ciwanên Kedkar daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê hate ragihandin ku Yekîtiya Ciwanên Kedkar jî tevlî hemleya seferberiyê buye, ya ku Tvgera Ciwanên Şoreşger dest pê kiribû.

Ciwanên Dirbêsiyê: Em ê piştgiriyê xwe ji bo berxwedana gerlîa dewam bikin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî û Yekîtiya Jinên Ciwan li Dirbêsiyê jî bi daxuyaniyekê êrişên dijî gerîla şermezar kir.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de gotin ew ê piştgirya xwe ji berxwedana gerîla dewam bikin û çalakiyên xwe di çaçoveya pêngava seferberiyê de bidomînin.

“Divê rêxistinê jinan ên cîhanê li dijî dagirkeriya Tirk bi berpirsyariyên xwe rabin”

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistinên Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de li dijî armancên dewleta Osmanî ya nû banga hevgirtinê li gelên herêmê hate kirin .

Her wiha bang li rêxistinê jinan ên li tevahiya cîhanê hate kirin ku li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê bi berpirsyariya xwe rabin.

Ciwanên herêma Efrînê li Şehbayê li dijî êrişên li ser gerîla daketin kolanan

Ciwanên Herêma Efrînê li Şehbayê ji bo şermezarkirina êrişên dijî gerîla meşiyan.

Meş li ser riya navçeya Ehdas dest pê kir û li parka navçeya Ehdas veguherî mîtingê..

Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrînê Rîm Dede axivî û piştgirya xwe ji bo berxwedana gerîla anî ziman.

Êzîdiyên Helebê êrişên dewleta Tirk û PDK’ê li ser Şengalê şermezar kir

Yekîtiya Êzîdiyên li Helebê jî li dijî êriş û planên dagirkeriya Tirk û PDK’ê li ser herêmê û Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca dewleta Tirk, PDK’ê û Hikûmeta Iraqê ji êrişan têkbirina Rêvberiya Xweser a Şengalê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de li dijî êriş û planên dagirkeran soza bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Kombûna Jinên Zenûbya li Minbicê bang li civaka navnetewî kir ku bi erka xwe rabin

Kombûna Jinên Zenûbya li Minbicê jî bi daxuaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûr û Rojava şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê sûcên dijî mirovahiyê ne û bang li civaka navneteweyî hate kirin li dijî van êrişan bi berpirsiayriyên xwe rabin.

Back to top button