Lahor Şêx Cengî: Em şerê Kurd bi Kurdan re qebûl nakin

Hevserokê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê -YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ew YNK bi ti awayî nabin beşekî şerê Kurd bi Kurdan re.

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li navçeya Qelaçulan; li gel fermandarên Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê re civiya.

Şêx Cengî behsa rewşa ewlehî ya Başûrê Kurdistanê; hewildanê dewleta Tirk ên derxistina şerê Kurd bi Kurdan re kir û tekez kir ew bi tu awayî nabin beşek ji vî şerî .

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî dawiyê got:

“Em bi tu awayî ne beşdarî û ne jî piştgiriya şerekê dikin ku xwîna Kurdan bi Kurdan bide rijandin.

Em her hewldanek ku aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê bixe nava metirsiyê,şermezar dikin.”

Back to top button