QSD: Divê Emerîka bi erka xwe ya pêkanîna agirbestê rabe

Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê teqez kir ku dewleta Tirk agirbest binpê dike.
QSD’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dewleta Tirk û komên xwe yên çete ji despêka agirbestê ve108 êrişên bejahî pêk aniye.
Di heman demê de êrîşên xwe yên hewayî û bi topan jî ranewestandiye.
Fermendariyê diyar kir ku wan bi navbeynkariya Emerîkî şertên agirbestê qebûl kirine û got:
Divê Emerîka berpirsyariyên xwe pêk bîne.

Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk der barê encamên lihevkirina agirbestê ku Emerîka û Tirkiye di 17’ê Cotmehê de ragihandin daxuyaniyek da.

QSD’ê destnîşankir ku ji kêliya destpêkê ve heta niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê agirbest bin pê kirine, lê belê tevî vê yekê ew girêdayî agirbestê tevgeriyan e.

QSD’ê weha got:

“Tirkiyê binpêkirina agirbestê didomîne û asta karesata mirovî bi awayekê plankirî zêde dike. Tevî ku me hêzên xwe vekişand, dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên derveyî lihevkirinê jî êrîşên xwe dewam dikin. Dagirkerî, kuştin û koçberkirina sivîlan jî didome.”

GIRÊ SPÎ

SERÊ KANIYÊ

TIL TEMIR

Fermandariyê da zanîn ku ji roja ragihandina agirbestê ve heta niha dewleta Tirk a dagirker ji rojavayê girê Spî heta Serê Kanî û Til temirê erdnîgariyeke bi qasî 1100 KM çargoşe, tevî 56 gund û mezre’eyan dagir kiriye.

Her wiha nêzî 300 hezar kes jî neçar mane ji cih û warê xwe koçber bibin û bi sedan kes jî hatine şehîdkirin û birîndarkirin.

Fermandariya QSD’ê bi daneyan binpêkirinên dewleta tirk a agirbestê eşkere kir.

Li gorî van daneyan;

Dewleta Tirk û komên xwe ji destpêka agirbestê ve 108 êrişên bejahî pêk anîn.

Balafirên bê mirov ên çekdar 82 nuqte bomberbaran kirin.

Topavêjên giran 110 cihên li derveyê herêma operasyonên leşkerî yên ku li ser hatiye lihevkirin topbaran kirin.

QSD’ê destnîşankir ku di encama van êrîşan de 182 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 243 jî birîndar bûn.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî ku êrîşên xwe ranewestandine, bi agahiyên derew dixwaze van sûcên xwe veşêre û xwe paqij nîşan bide.

Fermadariyê ji Emerîkayê xwest ku berpirsyariyên xwe bi cîh bîne û li dijî dewleta tirk ku agirbestê binpê dike helwestê nîşan bide.

Leave a Reply

Back to top button