Navenda Ragihandin û Çapameniya QSD’ê encama şerên di 24 saetên dawî de piştî êrîşên dewleta Tirk rû dane eşkere kir.
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamê êrîş û şerên ku di çeperên Berxwedana Rûmetê de rû dane eşkere kir.
QSD’ê destnîşankir ku dewleta Tirk a dagirker agirbestê bin pê dike û bi her awayî hewl dide ku herêmên dagirkirine berfireh bike.
Li gorî daxuyaniyê:
Li Êniya Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca dagirkirina herêmên nû û rêya M4 a navdewletî êrîş birin ser gundên Xirbet Kerîm, Dibs û Xalidiyê.
Şervanên QSD’ê bersîv dan êrîşan û di encama şer de 2 çete hatin kuştin, 2 çete brîndar bûn, tangek jî hate derbkirin.
Komên çete yên artêşa Tirk li gundên Şêrgirat, Tibêna û Mesûdiyê jî bi çekên giran û bi piştgiriya bombebarana balfirên bê mirov êrîş birin ser herêmên sîvîl.
Şervanên QSD’ê bersîv dan û di encamê de 3 çete hatin kuştin û 4 çete brîndar bûn.
Li êniya Til Temirê jî artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê li gundên Leylan û Gûzeliyê êrîş birin ser herêmên sîvîl û hewl dan ku qadên nû dagir bikin.
Li êniya Ebû Rasenê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hêzeke mezin êrîş birin ser gundên Til el-Werd, Um el-Îşba û Til Mihemedê.
QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de herî kêm 5 çete hatine kuştin, 6 çete birîndar bûne û tankek hatiye derbkirin.
QSD’ê ragihand ku di van êrîşan û berxwedana ku li dijî vê rû daye 5 şervanên QSD’ê şehîd bûne.