Rojnemevan Hêmin Mamend: Fikrê Rêber Apo tê wateya hêz û hişiyarî yê

Rojnamevan Hêmin Mamend derbarê astengkirina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ya ji aliyê desthilata herêma başûr ve got :”Rêber Apo tê wateya hêz û hişiyariyê ji ber vê yekê desthilata Barzanî ji nivîşên wî ditirse.”

Rojnemevan Hêmin Mamend diyar kir ku desthilata Barzanî hizbek eşîriye, rê li belavkirina pirtûkên Rêber Apo digirin.

Rojnamevan Mamend destnîşan kir ku PDK di xeta xiyanetê deye û got:

”Kurên Sultan Haşim li ser qeleya Hewlêrê wêne digrin, lê di pirtûkxaneyên bajêr de rê li pirtûkên Rêber Apo digrin.

Ji ber ku dizanin fikrê Rêber Apo ji bo mejiyê wan yê eşîrtiyê çend metirsîdare.”

Di Dawiyê de Hêmin anî ziman ku fikrê Rêber Apo tê wateya hêz û hişyarî, ew jî ji vî fikirî ditirsin. Ji ber ku dibe sedema hişyariya xelkê.

Back to top button