Hêzên ewlekariya hundirîn li Reqayê depoyekî çeteyan dît

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku hêzên wan depoyeke çekan a girêdayî çeteyên DAIŞ’ê dît.

Hêzên Ewlekariyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir.

Şaneyekî çeteyên DAIŞ’ê di lêpirsînekê de li xwe mukur hatine ku depoyeke çekan li Reqayê heye.

Li ser agahiyan, hêzên Ewlehiya Giştî bi koordînasyona bi pisporên mayîn û teqemeniyan re derbasî depoyê bûn.

Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku lêpirsîna wan ya bi nedamên şaneyê re dewam dike.

Hêzên ewlekariyê yên beşa dezgeha Ewlehiyê demên derbas bûyî jî gelek çeteyên DAIŞ’ê girtibûn û li xwemikurhatinên wan jî bi raya giştî re parvekiribûn.

Leave a Reply

Back to top button