Li Bakurê Kurdistan 43 siyasetmedar û welatparêzên Kurd hatin girtin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li dijî Kurdan operasyonên qirkirina siyasî didome.

Polîsên Tirk 16 endmên Komaleya Şopandina Koçberan(GOCÎZDER) girt. 

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 3’ê Hezîranê 22 endamê komelayê binçav kiribû.

Hinceta wan jî ew bû ku ev kes endamtiya rêxistinê dikin.

Îro Dadgeha dewleta dagirker ji wan 22 kesan biryara girtina 16 kesî da.

Li bajarê Tegîrdagê yê Tirkî jî 3 hazîranê 37 siyasetmedarên Kurd hatibûn biçavkirin.

Binçavkirina van kesan jî bi hinceta avakirina Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) bû.

Biryara girtinê ji bo 27 kesan ji wan hat dayîn.

Di nava siyasetmedarên hatine girtin de,

Sadî Ozdemîr ê ji sedî 98 astengdar e û jiyana xwe bi tûpê oksîjenê didomîne

Û Serdar Firat ê 74 salî jî pençeşêr pê re heye jî hene.

Her wiha ev 4 rojin 21 rojnamevanên Kurd jî hîn di binçavan dene.

Back to top button