Dagirkeran gundên Şêrawa û Minbic topbaran kirin

Roj tune û artêşa Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran neke.
Îro dîsa gundê Bênê yê Şêrawa û gunê Hilwencî yê Minbicê topbaran kir.

Artêşa Tirk derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand:

”Dagirkeran bircê tora peywendiyan “Syriatel” li gundê Hilwencî yê bakurê Minbicê hedef girt”.

Li gorî agahiyan, nêzî 10 guleyên obîsê yên artêşa dagirker li herêmê ketin.

Artêşa Tirk doh êvarê jî gundê Mielek ê rojavayê navenda navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Topbarana dagirkeran heta derengiya şevê dewam kir ziyan madî bi xwe re anî.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, heman şevê gundê Malikiyê yê navçeya Şera ya kantona Efrînê jî topbaran kirin.

Back to top button