Hêzên Asayîşê di nava piskiwîtan de gelek madeyên hişbirê dîtin

Operasyonên Hêzên Asayîşê yên li dijî madeyên hişbirê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.

Hêzên Asayîşê diyar kirin ku wan li Girkê Legê yê kantona Qamişlo agahî girtine ku di nava piskiwîtekê de hin heb hatine dîtin.

Li ser wê şopê hêzên asayîşê û hêzên dij terorê li giştî herêmê operasyona paqişkirina madeyên hişbir di nava hemû tiştan de dan destpêkirin.

Di encama van operasyonande gelek madeyên hişbirê hatin desteser kirin.

Hêzên Asayîşê diyar kirin ku ew ê operasyonên xwe heta paqişkirina hemû herêmê ji madeyên hişbirê di nava tevgerê de bin.

Back to top button