Çeteyên dewleta Tirk 9 sivîl ji gundeke navçeya Şiyê ya Efrînê revandin

Bi armanca ku şêniyên Efrînê yên mayî bidin koçberkirin, çeteyên dewleta Tirk binpêkirinên xwe li Efrînê didomînin. Di vê çaçroveyê de Çeteyên artêşa Tirk 9 sivîl ji navçeya Şiyê ya Efrînê revandine.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku çeteyên bi navê Lîwa El-Weqas a girêdayî dewleta Tirk 9 sivîl ji gundê Umqelê li navçeya Şiyê ya Efrînê revandine.

Navên sivîlên hatin revandin jî wiha ne:

Nazmî Xelîl Ehmed ê 18 salî,

Ibrahîm Şikrî Elûş ê 17 salî,

Hesen Şikrî Elûş ê 19 salî,

Riyad Elî yê 17 salî,

Arêf Mihemed Şikrî yê 23 salî,

Azad Hesen ê 23 salî,

Izet Mihemed Umer ê 17 salî,

Merwan Enwer Hesen ê 17 salî,

Û Arêf Kemal Abîdo yê 36 salî.

Ji aliyeke din ve, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di çend rojên dawî de li navçeya Bilbilê ya Efrînê çeteyên dewleta Tirk di nav de jinek 10 sivîl revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi dehan şêniyên Efrînê bi armanca malbatên wan şantaj bikin û fîdyayên mezin li beramberî serbestberdana wan bixwazin, revandine.

Leave a Reply

Back to top button