YJA Starê 15’ê Tebaxê silav kir: 4 dagirker hatin cezakirin

Di çarçoveya çalakiyên ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de gerîlayên Jin li Girê Cûdî 4 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ya li Girê Cûdî weşand ku 31’ê Tîrmehê hate kirin.

Çalakiyên ji bo silavkirina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ên gerîlayan Azadiyê yên Kurdistanê dewam dikim.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyan û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku gerîlayên YJA Starê bi gelek çalakiyan cejna vejînê pîroz kirin û ev agahî parve kirin:

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

13’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên gerîlayan bi çalakiyên cuda 7 caran li dagirkeran dan.

Di encama çalakiyan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin yek jî birîndar bû.

Her wiha derb li 3 çeperên dagirkeran jî hate xistin.

Bi domdarî HPG’ê da zanîn heman rojê helîkopterên dagirkeran li ser qada berxwedanê geriyan û got:

Hêzên me bi çekên giran dest li helîkoptereke Skorsky werdan û bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê dayne, neçar ma ku ji herêmê biçe.

Derbarê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastina yên Medyayê jî HPG’ê eşkere kir ku,

Qadên herêma Zap û Metîna bi giştî 5 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Back to top button