Derbarê aloziya di navbera Qebîleya El Cibûr û Dîfa El Watanî de, rêveber û Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî axivî û got:
“Tiştên li Şêx Mislit hatine kirin bi tu awayî nayê qebûlkirin û dûrî exlaqên civakê ne.”
Ferhad Şamî diyar kir ku hêzên wan bûyera ku di rojên dawîn de ya di navbera Qebîleya El-Cibûr û Dîfa El Watanî de qewimî ye, şopand û wiha got:
“Tiştên ku li Şêx Mislit hatine kirin, kîna Dîfa El Watanî ya li hember Qebîleya El Cibûr nîşand dide.
Hêzên me teqez dike ku kirinên bi vî rengî dij-exlaqên civakî ne û rê li ber perçekirina civakê vedike.
Ferhad Şamî da zanîn ku ew bi tu awayî kiryarên bi vî rengî qebûl nakin û ev tişt anî ziman:
“Hêzên me banga rêzdariya li hember hemû sembolên civakê dike.
Her wiha bang li gelê herêmê dike ku li hemberî fitneyan hişyar bin.”