Piştî rawestîna 9 stasyonên avê di encama qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk de, saziyên xizmetguzarî yên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ên Tebqayê, ava vexwarinê ji 6 taxên bajêr û gundewar re peyda kirin.
Qutkirina ava çemê Firatê bandor li Tebqayê kir.
Piştî rawestîna 9 stasyonên ava vexwarinê yên Tebqa û guncewarê wê, di encama qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê dest bi însiyatîfekê kir.
Rêveberiyê 20 sahrîc av ji bo însiyatîfê veqetandin û avê li gelek taxan bê pere belav dike.