YJŞ: Bi ruhê 8’ê Adarê em ê şoreşa jinê misoger bikin

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), Însiyatîfa Têkoşîna li hember Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê, Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan û Sîwana Meclisên Jinên Êzidî jî ji bo boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek dan û anîn ziman ku wê jin bi reng, deng û tilîliyên xwe li her qadê ala têkoşînê bilind bikin.

Fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek belavkir û got:

Em 8’ê Adara sala 2023’an ji her salên din cûdatir pêşwazî dikin.

Bi rastî jî di qonaxek bi vî rengî de pêşwazî kirina 8’ê Adarê di aliyê me jinan de her çiqasî bi êş jî be, lê belê gelek bi wateye jî.

YJŞ’ê tekez kir ku, ew vê pêvajoyê li ser bingeha ‘Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê’ bi hemû hêza xwe ve bilindkirina wê esas digirin.

“Divê jin têkoşîn, berxwedan û hevgirtina xwe xurt bikin”

Însiyatîfa Têkoşîna li hember Dagirkeriyê û Qirkirina Jinan a ji bo Ewlehî û Aştiyê bi boneya 8`ê Adarê daxuyaniyek da.

Însiyatîfê diyar kir ku ev roj, roja berxwedan û têkoşîna jinan e û wiha bi lêv kir:

Rewşa heyî encama têkoşîn, berxwedan û fedakariyên 129 jinan e ku bû sedem jin li ser asta cîhanê hevgirtî bin.

Îsniyatîfê di dawiyê de bang li jinan kir ku xwe bi rêxistin bikin, têkiliyên xwe xurttir bikin, têkoşîn, berxwedan û hevgirtinê mezin bikin.

KBDH: Li dijî serwerî û faşîzma mêr, di 8’ê adarê de dakevin qadan

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Jinan (KBDH) jî ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Faşîzm û serweriya mêr bi polîtîkayên şer, dagirkerî, krîza aboriyê û zayendîperestiyê li her qadê jinan dorpêç dike.

Li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku şênberiya dijminatiya li jinê ya li Kurdistan û Tirkiyê ye, jin bi heman daxwazê serî hildidin.

Bi vê armancê jî em bang li jinan hemûyan dikin ku li her devera cîhanê di 8’ê Adarê de dakevin qadan.

SMJÊ: Jin wê bi reng û dengê xwe ala têkoşînê bilind bikin

Sîwana Meclisên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji bo boneya 8’ê Adarê daxuyaniyek da û got:

Em bi coş û kelecaneke mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

Em ê dakevin qadan û bi ruhê berxwedana jinên êzidî li Şengalê bersiv bidin xwediyên zihniyeta desthilatdar û em ê bikin ku ji ber hêrsa Jinan bifetisin.

Meclisên Jinên Êzidî destnîşan kir ku jin wê ji zihniyeta dagirker û kujer re bibêjin êdî bese.

Back to top button