“Hezar û 528 dagirker hatin kuştin û 217 jî birîndar bûn”

HPG’ê bîlançoya şerê 3 mehan ê li Herêmên Parastina Medyayê eîkere kir.
Li gorî wê, di 3 mehan de hezar û 528 dagirker hatin kuştin û 217 jî birîndar bûn. 

HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer a 3 mehan ya şerê Zap, Avaşîn û Metînayê eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku di vî şerî de heta niha ji artêşa Tirk a dagirker 6 jê payebilind, hezar û 528 hatine kuştin û 217 dagirker jî birîndar bûn.

Ji bilî vê, HPG’ê li ser zirarên madî jî ku gihandine artêşa Tirk eşkere kir ku 3 helîkopter hatine xistin û 56 jî hatine derbkirin.

HPG’ê piştrast kir ku dagirkeran hezar û 198 carî li dijî herêmê çekên kîmyewî yên cûreya Termobarîk û fosfor ku bikaranana wan weke sûcekî şer tê hesibandin, bi kar aniye.

Her wiha diyar kir ku Artêşa dagirker 2 hezar 623 caran bi balafirên şer û hezar û 978 caran bi helîkopteran qadên gerîla bobebaran kiriye.

Di dawiyê de jî HPG’ê ragihand di şerê hersê mehan de 72 gerîla jî bi lehengî heta dawî şer kirin û şehîd bûn.

Back to top button