NATO û Ukrayna li Xerson tetbîqata leşkerî pêk tîne

Di demeke ku navbera Ukrayna û Rûsya de, alozî didome, NATO bi hêzên Kîevê re tetbîqata leşkerî pêk tîne.
Di tetbîqata Bayê Deryayê ya 2021’a de, bi hezaran leşker beşdar bûne.

Hêzên DYA, Ukrayna, Moldova û Gurcistan, di tetbîqata NATO ya Bayê Deryayê 2021’an de, doh li cihek perwerdeya leşkerî ya herêma Xerson a Ukrayna tetbîqata leşkerî pêk anîn.

Hêzên leşkerî tevî helîkopter û tankan tetbîqatên cuda kirin.

Tetbîqata “Bayê Deryayê” ya ku salane pêk tê, 28’ê Hezîranê despê kiribû.

Tetbîqata wê heta 10’ê Tîrmehê dewam bike.

Ji bo tetbîqatê, ji 24 welatan, 32 keştî, 40 balefir û helîkopter û 5 hezar leşker başdar bûne.

Tetbîqat di warê bejahî, noqîvanî, tevgera deryayî, parastina esmanî û hêzên taybet di nav de, di gelek waran de tê meşandin.

Back to top button