KCK: Divê gelê Kurd û raya giştî helwesteke zelal nîşanî êrişên PDK’ê bidin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şehîdxistina 7 gerîla de diyar kir ku PDK bi êrişên li ser gerîla bûye hevparê konsepta dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê. KCK’ê bang li gelê Kurd û raya giştî kir ku bi helwesteke zelal li ber êrişên PDK’ê rabin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê bal kişande li ser şehîdxistina 7 gerîla ku dixwestin ji Xelîfanê derbasî qadeke din bibin û bibîrxist ku beriya niha jî PDK’ê êriş biribû ser komeke gerîla ya ji 3 kesî û hê jî aqûbeta wan ne diyar e.

KCK got,

“Li Metînayê jî 7 berxwedêrên Zendûrayê ji aliyê hêzên dagirker ên ku sûd ji dorpêçiya PDK’ê wergirtin, hatin şehîdkirin. PDK bi vê helwesta xwe bi rengekî eşkere xwe daye aliyê dewleta Tirk û li dijî gerîla ketiye nava şer. PDK’ê bersiv da daxuyaniya HPG’ê û bi gotina ‘Çi karê gerîla li Xelîfanê heye’ berpirsyariya vê êrişê daye ser milê xwe.”

KCK’ê bibîrxist ku PDK ji bihara 2020 û vir ve hewl dide qadên gerîla dorpêç bike, rêyan hemûyan bigire, bi vî rengî nehêle ku gerîla ji qadekê derbasî qadeke din bibe.

KCK’ê da zanîn bi gotina ‘Çi karê gerîla li Xelîfanê heye’ PDK dixwaze êrişên li dijî gerîla rewa bike û piştgiriyê bide êrişên dewleta Tirk ên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da zanîn di vê dema ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrişî her devera Kurdistanê dike, hewldanên dorpêçkirin û êrişên PDK’ê yên li ser gerîla zêde bûne û wiha dewam kir,

“Ev êriş bi rengekî eşkere, destê dewleta Tirk xurt dike û ji êrişên dagirkeriyê re dibe alîkar. Ev yek hevkariya konsepta ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji vê helwesta PDK’ê cesaretê werdigire û êrişî Şengalê, Pêncwên, Mexmûr û Rojava dike. Êrişên PDK’ê ji bo xwe weke bingehek rewatiyê û zêdekirina êrişan dibîne.”

KCK’ê îşaret pê kir ku têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re û êrişên hevpar ên li dijî PKK’ê, êdî zerarê dide destketî û têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û hemû Kurdan lewaz dike.

KCK’ê diyar kir Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gerîla zanin ku şerekî li dijî PDK’ê wê zerarên gelekî mezin bide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, lewma bi hesasiyeteke mezin xwe ji rewşeke wiha dûr digirin.

“Xuya ye PDK vê nêzîkatiya me ya berpirsyarane weke lawaziyekê dibîne û bi ser gerîla ve diçe. Eger ev rewş bi vî rengî dewam bike, di vê pêvajoya têkoşînê de ku li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû têne danîn, mîna di sedsala 20’î de bû, wê metirsî zêde bibin ku Kurd nikaribin bi xurtî cihê xwe di nava hevsengiyan de bigire.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di dawiyê de bang li gelê Kurd, Raya Giştî, siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendan kir kir ku li dijî êrişên PDK’ê helwesteke zelal nîşan bidin û bikevin nava tevgerê.

Back to top button