Dagirkeran gundên Eyn Îsa topbaran kir, sivîlek birîndar bû

Artêşa Tirk êriş bir ser gundewarê navçeya Eyn Îsayê û di encamê de sivîlek birîndar bû. Li aliyekî din vê êvarê tevgera balafirên dagikeriya Tirk li ser gundewarê Kobanê hebû.

Di saetên êvarî de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Xalidiyê yê dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di encamê de şêniyê bi navê Yasir Yûsif ê 28 salî di zikê xwe de birîndar bû.

Yasir ji nexweşxaneyên bajar re hat rakirin.

Balafirên dewleta Tirk li ser gundewarên Kobanê geriyan

Her weha piştî vê topbaranê balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li ser gundewarê rojavayê Kobanê, digeriyan .

Back to top button