Komxebata jinan a li ser komkujiyên Mezopotamya dest pê kir

Komxebata jinan a li ser asta Rojhilata Navîn a bi diruşma “Em bi hêz û hevgirtina jin parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin” dest pê kir.

Komxebata ji aliyê Kongra Star ve û hevkariya Meclisa Jinan a PYD′ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê hatiye rêxistinkirin.

Komxebal li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li Hesekê dest pê kir.

Seroka Desteya Rêveber a MSD′ê Îlham Ehmed, berdevka YPJ′ê Roksan Mihemed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî di nav de, 60 nûnerer û jinên siyasetmedar beşdarî komxebatê bûne.

Ji welatên Rojhilata Navîn wekî Lubnan, Afrîkaya Başûr, Urdin û Misirê dê hejmareke akademisyen, lêkolîner, jinên çalakger jî dê bi rêya online tev li komxebatê bibin.

Dê komxebatê, balê bikişîne ser komkujî û qirkirinên di nîvê sedsala 19′an û çareyeka sedsala 20′an de pêk hatine, taybet jî peymana Lozanê ku li dijî kurdan hate îmzekirin

Komxebat wê îro bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Back to top button