Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok: Kurd mîna sedsal berê bêîrade, bêrêxistin nînin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku rewşa Tirkiyê li Sûriyê bi rewşek kirîtîk bi nav kir û destnîşan kir ku,eger kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çareseriya aloziya Sûriyê de cih nekirin, ne pêkan e çareseriyî pêk were.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, li ser rewşa Sûriyê û bitaybet a Bakur û Rojhilatê wê ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Sabrî Ok diyar kir ku hêzên desthilatar dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, lê gelên li Rojhilata Navîn ne mîna berê bê îrad e û bê hêz in.

Ok got; “Kurdên ku beriya sed salî ku her tim rastî înkarkirinê hatine, bi avakirina jiyana xwe ya demokratîk di têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn de bi xwestek, bawerî û biryardariyeke mezin bi rola pêşengiyê radibin.

Sabrî Ok: Erdogan di pozîsyona herî krîtîk û nebaş de ye

Her wiha Sabrî Ok di nava nirxandinên xwe de şerê li Idlibê jî nirxandin û diyar kir ku Erdogan texmîn nedikir ku Rusya di şerê Idlibê de bi tundî bersiv bide Tirkiyê û bi dehan leşkerên wê bikuj e.

OK rewşa Erdogan li Sûriyê bi rewşek gelek krîtîk bi nav kir û got:

Erodgan him aliyê leşkerî û him di yê siyasî de li Moskovayê wenda kir.

Sabrî Ok: Ji Erdogan tê ku li dijî şoreşa Rojava her tiştî bike, her tiştî pêşkêş bike

Sabrî Ok diayr kir ku armanca Erdogan ji her gavekê tesfeyekirina destkeftiyên gelê kurd e, ji ber vê yekê hemû kaxizên xwe li dijî kurdan bi kar anîn, herî dawî petrola Sûriyê xiste rojevê, ji bo vê jî DYE û Rûsya ketin nava hewldanan.

Sabrî Ok: Kurd ji xwe bawer in, bêyî Kurdan pirsgirêkek çareser nabe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok nirxandina xwe wiha bi dawî kir:

Kî çi dibêje bila bêje, eger Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava çareseriya aloziya sûriyê de cih negirin wê alozî kurtir bibe û çareserî ne pêkan e.

Kurd bi qasî ku xurt bin wê di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de xwedî rol bin.

Back to top button