Wekîltiya 2 parlamenterên HDP’ê û parlamenterekî CHP’ê hat betalkirin

Li Tirkiyê qirkirina demokrasiyê ji aliyê AKP û MHP’ê ve dewam e. Îro desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li Meclîsa Tirkiyê li dijî vîna gel darbeyek pêk anî.

Parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farîsoûllari ên HDP’î ‘ û Enîs Berberoglû yê CHP’î hat betal kirin

Li Desteya Giştî ya Meclîsa Tirkiyê derbarê Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê Leyla Guven,

Mûsa Farisogûllari û

Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû bi hinceta sûcên li ser wan hatiye piştrastkirin, daxwaza betalkirina wekîltiya wan hate kirin.

Li ser vê alozî li Meclîsê derket.

Serokwekîlê Koma Giştî ya CHP’ê Engîn Altay nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev dijî Destûra Bingehîn e.

Li gel gotûbêj dom dikir, li ser daxwaza Sureyya Bîgîç a AKP’î fezlekeyên derbarê wan de û sûcên hatibûn piştrastkirin hate xwendin û li ser vê bingehê meclisê bi israra AKP û MHP’ê wekîltiya wan hate betalkirin.

Back to top button