Yilmaz Guney… Bavê giyanî ya sînemaya Kurdî

Îro salvegera 36’emîn a koça dawî yê bavê giyanî ya sînemaya kurdî, Yilmaz Guney ye. Yilmaz Guney 47 salan jiyan kiriye, 12 salan di zindanan de maye û 17 film çêkirne û 17 xelat jî wergirtine. Mijara filmên Yilmaz jî, êş û têkoşîna rizgariyê ya gelê Kurd bû.

Derhênerê sîmemayê yê Kurd, bavê giyanî ya Sînemeya Kurd Yilmaz Guney di 1’ê nîsana sala 1937’an li herêma Edeneyê jidayîk bûye.

Navê wî yê rast Yilmaz Pûtûn e ku tê wateya kakilka fêkiyan ya hişk ku zehmet e bê şkandin.

Guney li Edeneyê mezin bûye ku ew jî bûye mijara gelek filmên wî.

Di destpêka jiyana xwe de çîrok dinivîsand, paştirê dest bi karê sînemayê kir.

Ew bixwe sînaryoyên filmên xwe dinivîsand û tê de weke lîstikvan bû jî.

Ew li ser trajêdî û tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya û rewşa bindestiya miletê xwe û têkoşîna ji bo rizgarîyê eşkere û bi zimanekî hunerî pir baş dihûnand.

Ew di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giranbiha li dû xwe hiştine.

Di nava 47 salên temenê xwe de 12 salan di zindanan de maye.

Yilmaz Guney sînaryoya 57 filman nivîsandiye, di 110 filman de lîstiye, tevî nivîsandina 4 romanan.

Her wiha wî 17 filmên xwe derxistine û wî 17 xelat weke derhêner û lîstikvan wergirtine.

Filma wî ya bi navê “Rê” di festîvala filman ya Kan a li Fransayê di sala 1982’an hêjayî xelata sereke hat dîtin.

Di 9’ê îlona 1984’an de di 47 saliya xwe de bi êşa penceşêrê li Fransayê jiyana xwe ji dest da û tirpa wî li parîsê ye.

Bêguman Yilmaz Guney di bîra gelê xwe de her wiha wek mirovekî dilsoz, têkoşer, berxwedêr û dijberê dewletê, wê zindî bimîne.

Weke tê gotin jî li dunyayê gelek kesan Kurd bi çavê Yilmaz Guney nas kirin.

Li vir em gotinên Yilmaz Guney di Festîvala Filman a Kanê ya li Fransayê bînin bîra xwe, Yilmaz Guney wiha gotibû:

“Dost û dijmin bila her kes zanibe, em ê bi ser bikevin, bi teqezî em ê bi ser bikevin, bijî Kurdistana serbixwe”

Back to top button