Lukashenko yasaya parêzbendiya heta hetayê îmze kir

Aleksandir Lukaşenko yasaya ku parêzbendiya heta hetayê dide xwe û malbata wî îmze kir.
Lîderê muxalefetê Tikhanovskaya ku li Lîtvanyayê dijî, diyar kir ku qanûn ‘berhema tirsa ji siberoja neçar e’.

Serokê Belarûs Alexander Lukashenko qanûnek nû îmze kir ku jê re parêzbendiya heta hetayê ji darizandina sûcan dide.

Hat gotin ku li gorî qanûnê, lîderên muxalefetê yên li derve dijîn jî ji bo hilbijartinên pêşerojê yên serokatiyê hatin asteng kirin.

Yasa şert û mercên berendamên serokatiyê bi awayekî berbiçav tundtir dike û bijartina serokên muxalefetê yên ku di salên dawî de reviyane welatên cîran ne mumkin dike.

Li gorî metna qanûna nû, eger Lukaşenko dest ji desthilatdariyê berde, ew ê ji kiryarên ku di dema pêkanîna erkên xwe yên serokatiyê de kiriye, berpirsiyar neyê dîtin.

Qanûna bi îmzeya Lukaşenkoyê 69 salî ku nêzî 30 sal in Belarusê bi desteka hesinî desthilatdar e, dê ji bo serokên berê û endamên malbatên wan jî derbas bibe.

Li gorî vê yekê wê ji bo serokê dewletê û endamên malbata wî parastina dewletê ya heta hetayê, lênêrîna tenduristiyê, wê bê dayîn.

Serokê dewletê piştî ku dev ji wezîfeya xwe berde, dê heta hetayê bibe endamê daîmî yê meclîsa jor.

Tikhanovskaya: ‘Qanuna nû’ berhema tirsa Lukashenko ye

Lîdera muxalefetê Svetlana Tikhanovskaya, ku di sala 2020-an de reviyabû Lîtvanyayê, got;

”qanûna nû ‘berhema tirsa Lukashenko ya ji paşeroja neçarî ye’.

Tîkhanovskaya, anî ziman ku dema Lukaşenko ji desthilatdariyê derkeve bila bi fikar be ka wê çi bê serê wî û got;

“Lûkaşenkoyê ku çarenûsa bi hezaran Belarûsiyan xera kir, wê li gorî hiqûqa navneteweyî were cezakirin û ti parêzbendî wê li hemberî vê yekê biparêze, tune be. û ev tenê meseleya demê ye.”

Tîkhanovskaya got, “Em ê dîktator derxînin, pêşberê darazê .”

Back to top button