Mezlûm Ebdî: Helwesta gelê Rojava cihê pîrozkirinê ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser mîtînga ku duh li Qamişlo pêk hat peyamek weşand.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku helwesta gelê Rojava îro cihê pîrozkirinê ye.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî li ser helwesta gelê herêma Cizîrê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek da..

Di peyamê de ev yek hat gotin:

“Êrîşên mêtîngeriya Tirk bi çekên kîmyewî li ser Herêmên Parastina Medya sûcê şer ê li dijî mirovahiyê û hiqûqa cîhanî ye.

Divê hêzên navnetewî sûcên li dijî Kurdan lêpirsîn bikin û rawestînin.

Kurd li her derê xwedî li hev derdikevin, helwesta gelê Rojava îro cihê pîrozkirinê ye.”

Back to top button