DYA moşekan dişîne Ukrayna, Putin gefa armancên nû xwar

Li ser xaka Ukrayna, şerê Kîev û Moskow ê kirin. Li pişt perdeyê, careke din bloka Rojhilat û Rojava li pêşberî hevin. Piştî Amerîka biryara dayîna moşekên nûjen yên bo Ukrayna, ji Moskow peyamên gefên nû derket. Serokê Rûsya Putin got, Ger Amerîka mûşekan bide Ukrayna, em ê xalên nû bikin armanc.

Hêviyên dawîhatina şerê li Ukrayna li ber avê diçin.

Di roja 102’an a êrişên Rûsya li ser xaka Ukrayna de, peyamên gefxwarinê yên ku wê şer dijwartir bibe derdikevin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew ê gelek pergalên roketavêjên bi tîpa HIMARS bişînin Ukraynayê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ger ev alîkariya çekan pêk were, ew ê li Ukraynayê li hin hedefên nû bixin.

Vladimir Putin îro di hevpeyvînekê de ku li ser televizyona fermî ya Rûsyayê hate weşandin, gef xwar ku eger Amerîka mûşekên dûravêj ên rojavayî bişîne Ukraynayê, ew ê li hin armancên nû bixin.

Putin got: “Eger ew van çekan bişînin, em ê encamên pêwîst ji vê yekê derxînin.

Em ê amûrên xwe yên îmhayê ku têra me hene, ber bi hedefên me hîna êrîş wan nekiriye, bikin,”

Serokê Rûsyayê têkildarî herêmên ku wê êriş bike ti agahî neda û ev tişt anî ziman:

Gihandina bi vî rengî ya Ukraynayê wê hevsengiya şer neguherîne.

Li vir tiştekî nû tune ye.

Vladimir Putin destnîşan kir ku ji xwe ev çek di destê artêşa Ukrayna de heye, tenê çekên ku artêşa me ew têk birine wê li cihê wan werin bicihkirin.

Putin anî ziman ku armanca sereke ya welatên Rojava ji dayîna çekan bo Ukrayna dirêjkirina şer e.

Li Kîevê tankên rojavayî hatin armanckirin

Îro saetên sibê balafirên şer ên Rûs li paytext Kîevê û hin herêmên nêzî wê xist.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku di êrîşan de tankên ku ji aliyê Rojava ve hatine şandin bûne armanca êrişê.

Berdevkê wezaretê Îgor Konaşenkov diyar kir ku wan moşekên menzîldirêj yên ji derdora Kîevê têne avêtin, û maşîneyên zirxî yên ji aliyê welatên Rojava ve hatine şandin kirine armanc.

Balafirên şer ên Rûs yên bi tîpa Tu-95 li paytext Kîevê û hin herêmên nêzî Kîevê xistin.

Balkêşe piştî çend hefteyan cara yekê ye ku Rûsya êrişî paytextê kir.

Back to top button