Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Adalet Umer diyar kir ku Hevpeymana Civakî ya nû mafên jinan diparêze.
Adalet Umer anî ziman Hevpeymana Civakî ya nû ji bo jinan gaveke erênî ye û got:
“Cara yekemîn e ku gel li hev kom dibe da ku qeder, paşeroj û hevpeymana xwe ya civakî bi destê xwe binivîsin e.
Ev hevpeyman dê bibe misogeriya aştî, azadî û yekitiya hemû Sûriyan.
Di hevpeymanê de şîdet û tundiya li ser jinan, weke sûc tê dîtin.”
Adalet destnîşan kir ku meclisa gelan a demokratîk hemû jinên li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike.
Li gor Adalet meclic di aliyê dayîna biryaran, perwerdekirina jinan û lidarxistina panelan de berpirs be.