Netanyahû: Erdogan Kurdan qir dike, lewma nikare dersa exlaq bide me

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bersiva rexneyên tund yên Erdogan ku ew şiband Hîtler da, got; “Erdogan Kurdan qir dike, rojnamevanan digire lewra kesê herî dawî ye ku bikaribe dersên exlaqî bide me Erdogan e.”

Serokomarê dewleta Tirk ya dagirker Erdogan di axaftina xwe de ji ber armancgiritna nexweşxane, cihên sivîlan Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû şiband hîtler û got:

“Ji îro pê ve ev 80 rojin ku êrişan destpê kirine. Hemû nirxên mirovahiyê li ber çavên me hatin gulebarankirin.

Çi ferqa te ji Hîtler heye? Ev dê bi kiryarên xwe wisa bike ku em bêjin xwezî li Hîtler. Ma di kiryarên Netanyahû de li gorî yên Hîtler tiştek kêm maye?

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bi awayek tund bertek nîşanî van gotinên Erdogan da û wiha got:

“Serokomarê Tirk Erdogan yê ku li hemberî Kurdan qirkirinan pêktîne û rojnamevanan dixe girtîgehan, lewra ew kesê herî dawî ye ku exlaq fêrî me bike.”

Back to top button