Meclisa Xweser a Şengalê civîna xwe ya berfireh li dar xist

Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî civîna xwe ya berfireh ku li dar xist, encamnameya civînê eşkere kir. Rêveberiya Xweser bang li hikûmeta nû ya Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike û pêşiyê li êrişên dewleta Tirk bigre.

Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê doh bi kombuna tevahî endam û saziyên xwe encamnameya civîna xwe ya berfireh eşkere kir..

Encamname li Şehîtgeha Şehît Dilgeş û Berxwedan ji bo raya giştî hat ragihand..

Di encmanameyê de hat gotin:

“Me civîna xwe di pêvajoyeke hesas de ku li herêma me şerekî dijwar diqewime li dar xist.

Ev gelên ku heta niha bêmaf hatine hiştin û di seri de civaka Êzidî û gelên Kurdistanê yên herî zêde zirarê dibînin.

MXDŞ: Bêdengiya li hember bikaranîna çekên kîmyewî hevkariye

Di vî şerî de bi taybetî gerîllayên azadiyê yên ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hewara civaka Êzidî ve hatin, dibin hedef û çekên kîmyewî li hember wan tên bikaranîn.

Em weke civaka Êzidî bêdengiya li dijî van êrişan hevkarî dibînin û şermezar dikin.”

MXDŞ’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku xweseriya Şengalê nas bike

Meclisa Xweseri a Şengalê di encamnameyê de ev daxwaz rêzkirin:

-Şengal baweriyeke ku her rastî qirkirinan hatiye û nehatiye parastin, lewma em ji bo Şengalê, Xweseriya Demokratîk wekî çareseriya bingehîn dibînin.

-Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an li ser Şengalê pêwîst e demildest bê betalkirin û bêyî îradeya civaka Êzidî û gelên Şengalê, tu peymanek neyê çêkirin û ferzkirin.

-Ji bo yekîtî û aramiya Iraqê û Şengalê em amade ne bi serokkomarê nû yê Iraqê û bi hikûmetê re danûstandinan bikin.

-Em daxwaz ji Parlamena Iraqê dikin ku temsîliyeta civaka Êzidî ya li parlemenê zêde bibe.

-Em bang li hemû gelê xwe yê Êzdî yên ji ber fermanê koçber bûne dikin ku vegerin ser xaka xwe ya pîroz, Şengalê.

Ji bo Xweseriya Şengalê, em bang li hemû Êzidiyên ku li cîhanê berbelavbûne dikin ku di qada navnetewî de alikariya pêwîst bidin.

-Em bang li Neteweyên Yekbûyî, Emerîka û Iraqê dikin ku bi giştî ji bo Iraqê û bi taybet jî ji bo Şengalê li beramberî êrişên hewayî yên dewleta Tirk, qada ezmanî bigrin.

Back to top button