Şêniyên gundê Firîriyê li dijî çeteyan derket û ciwanek birîndar bû

Li Efrîna dagirkirî, şênî li dijî çeteyên dewleta Tirk derket û şer navbera wan de qewimî..Di encamê de jî şêniyek birîndar bû.

Ajansa Nûçeyan “ANHA”ê ragihand ku şêniyên gundê Firîriyê yê Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk derketin.

Li gorî heman çavkaniyê, ciwanê bi navê Ehmed Cûma Diyab (25) salî birîndar bû.

Çavkaniyê diyar kir ku ji ber şêniyan qebûl nekirine çete dest deyînin ser berhemên wan ên zeytûnan, ev şer rû daye.

Back to top button