Amerîkayê sê keştiyên Hûsiyan noqî avê kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bersiv da êrîşên Husiyan.
Amerîkayê diyar kir ku Husiyan êrîşî helîkopterê wan kirine weke bersiv 4 keştiyên biçûk 3 keştî noqî avê kirine.
Her wiha di demên dawî de Amerîka biryar da ku keştiyê şer a bi navê USS Gerald Ford li Behra Spî vekişîne.
Ku ev keştî bi destpêkirina şerê Îsraîl û Hemasê ve ji bo piştgiriya Îsraîlê hatibû şandin.

Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê ragihand ku helîkopterên wan sê keştiyên ayîdê Hûsiyên Yemenî noqî avê kirine.

Fermandariya Leşkerî ya Rojhilata Navîn a DYA’yê (CENTCOM) daxuyaniyek da û diyar kir ku Hûsiyan êrîşî helîkopterên Amerîkî kirine, wan jî bersiva Hûsiyan daye û ji 4 keştiyên biçûk 3 keştî noqî avê kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin keştiya 4’emîn ji “herêmê reviya”.

Artêşa Amerîkayê diyar kir ku 30’ê Kanûnê roja Şemiyê destroyeke Amerîkayê bersiva banga alîkariyê ya keştiyeke konteynerê ya ku di êrîşeke cuda de hatibû hedefgirtin, daye.

Artêşê ragihand ku wan 2 fuzeyên balîstîk ên ji Yemenê hatîn berdan, anîn xwarê.

CENTCOM’ê di daxuyaniya ku li ser medyaya dîjîtal parve kirî de, diyar kir ku fuze ji herêma di bin kontrola Hûsî de hatiye berdan û ji 19’ê Mijdarê ve ev êrîşa 23’yemîn e ku li dijî keştiyên bazirganiyê tê kirin.

Amerîka keştiyê şer a li Behra Spî vedikişîne

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ku bi destpêkirina şerê Xezayê keştiyeke şer şandibû Behra Spî.

Di demên dawî de Amerîka biryar da ku keştiyê şer a bi navê USS Gerald Ford vekişîne.

Li gorî agahiyên rayedarekî Amerîkî hat diyarkirin ku keştiyê bi navê USS Gerald Ford di rojên pêş de li heremê vekişe û vegere baregehê xwe li Virjinyayê.

Êrişên Hûsiyan û avakirina Koalîsyona Navneteweyî

Back to top button