Yekitiya Mamosteyan a Reqayê 3’yemîn kongreya xwe bi dirûşma “Pêşxistina pîşeya mamostetiyê ji bo pêşerojeke serkeftî” li dar xist.
Di kongreyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel rewşa siyasî nirxand û got:
“Aliyên mudaxeleya kar û barên Sûriyê dikin roleke neyînî lîstin, binsaziya herêmê wêran kirin û bi milyonan xelkên sûrî koçber kirin.
Dewleta Tirk armanc dike pêkhateyan û Rêveberiya Xweser li dijî hev derxin û wan parçe bikin.
Lê pêkhateyên herêmê bi vîna xwe siyaseta li dijî herêmê têk birin.”
Pişt re hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Meyade El Şêx rapora yekîtiyê ya 2022-2023 xwend.
Mamoteyên beşdar jî, rewşa rêxistinî ya yekitiyê nirxandin û balkişandin ser dewreyên perwerdeyê yên havînê, astengiyên li pêşiya wan derdikevin, sîgorteya tenduristiyê.
Di dawiya kongreyê de, hevserokatiya nû ya yekitiyê hate hilbijartin ku Ebdulfetah El Mişewer û Meyade El Şêx in.