Ev demeke ji ber êrîşên Dewleta Tirk a dagirker pirojeyên nûkirina riyan rawestiya bû.
Şaredariyên Bajarê Kobanê û Qamişlo ji nûve dest bi pirojeyên xwe kirin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker demek bû xebatên xizmetguzariyê bi taybetî yên çêkirin û nûkirina rêyan rawestyabûn.
Li kobanê Şaredarîyê ji nû ve dest bi projeya avakirina resîf û qadan kir.
Eyser Xalid cîgira hevseroka şaredariya bajarê kobanê diyar kir û got:
Hemû diwarên nava bajar hatin çêkirin û wê beriya heyvekê hemû pir jî werin nûavakirin
Her wiha Endizyara bi navê Leyla Mihemed got:
Tevî ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser bakur û rojhilatê suriyê ranawestîne jî lê wek şaredariya bajarê kobanê em ê xebatên xwe bidomînin.