QSD’ê bi operesyonekê li Dêrazorê 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Her wiha Hêzên Ewelekariya Hundirîn jî ragihand ku hêzên wan yên taybet di du serdegirtinên cuda de 5 çeteyên DAIŞ’ê ku 2 ji wan serçete ne, girtin.
Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û terorîstên li herêmê bi hêz dewam dike.
Hêzên QSD’ê li Dêrazorê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyon pêk anîn.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê têkildarî operesyonê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;
“Di çarçoveya operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ`ê de, Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê-YAT, QSD, Koalîsyona Navneteweyî duh operasyoneke ewlehiyê li bajarokê El Şihîl ê li Dêrazorê pêk anîn.
Hêzên hewayî jî tev li operasyona ku bi ser mala şaneyeke DAIŞ’ê de hate girtin bûn.
Di operasyonê de 7 çeteyên terorîst hatin girtin.”
QSD’ê diyar kir ku destê van çeteyan di armangirtina hêzên wan û sivîlan de hebûn û got,
“Van çeteyan çek, cebilxane ji DAIŞ’ê re peyda dikirin û çete fînanse dikirin.
Cihê xwe di bûyerên li Dêrazorê de girtine û êrişên terorîst kirine.”
QSD’ê di dawiyê de soza domandina operasyonan heya paqijkirina herêmê ji tevahî bermahiyên DAIŞ’ê da.
HAT’ê li Rojhilatî Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
Her wiha duh 14’ê Cotmehê jî bi operasyonekê 3 çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Dêrazorê hatin girtin.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev çete di êrişên dijî endamên hêzên leşkerî û sivîlan de rol dilîstin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawî de diyar kir ku ew ê operasyonên xwe yên ewlehiyê, şopandina şaneyên çeteyan û ewlekirina herêmê bidomînin.