Şêx Fehed Şilaş: Em bi QSD’ê re ne

Şêx Fehed Şilaş, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê û Malbatên Şehîdan ên Dêrikê êrişên dewleta Tirk ên li herêmê şermezar kirin û bang li Civaka Navneteweyî kirin ku qada ezmanî ya herêmê li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

Li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê bertekên xelkê zêde dibin.

Şêxê qebîleya Benî Seîd a Ereb, Şêx Fehed Şilaş li hember êrişan piştgiriya xwe bi QSD’ê re teqez kir.

Şêx Fehed Şilaş got: ”Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên me zêde kirine, ew zarokan jî dike armanc.

Eger ev êriş bi rengî dewam bikin dê eşîr jî beşdarî şerê li dijî dagirkeriya Tirk bibin.

Şêx Fehed bang li gel kir ku her kes parastina xakê erkê xwe bibîne û li hember êrişan li dor QSD’ê kom bibin.

Elî El-Seîd: Divê qada ezmanî ya herêmê li hember balafirên Tirkiyê bê girtin

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Elî El-Seîd jî got:

”Em ne mîna berê ne. Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin. Vê carê em dev ji xaka xwe bernadin.

Ger êrişek çêbibe em ê li hember wê bisekinin. Em ê rê nedin ku xaka me bê dagirkirin.”

Endama rêveber a Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Dêrazorê Rehef Cedan ev tişt anî ziman:

“Tiştê ku dagirkeriya Tirk li dijî herêmên me dike sûceke, divê cîhan li hember wê bêdeng nemîne.

Rehef Cedan bang Civaka Navneteweyî kir ku qada ezmanî ya herêmê ji balafirên Tirkiyê re qedexe bikin.

Malbatên Şehîdan: Tirkiyê dixwaze milet koçber bike

Malbatên şehîdan ên Dêrikê jî êrişên dewleta Tirk ên bi top û balafiran şermezar kirin.

Malbatan diyar kirin ku armanca wî ji êrişan koçberkirina xelkê herêmê ye.

Back to top button