Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Heleb û Idlibê topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumetê deverên El-Bara, Filêfil, El-Fitêra û Sifûhin li başûrê Idlibê û gundê Kefer Iweyid ê Helebê, bi giranî topbaran kirin.
Çavdêriyê duh diyar kiribû ku balafirên nenas li asmanê Liwayê Eskenderon ê rojavayê bajarê Idlibê digeriyan.
Her wiha di encama êrîşên çeteyên Tirkiyê li ser gundê Bala yê rojavayê Helebê de jî, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Li çolistana El-Resafa ya Reqayê jî, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, 2 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.