Aloziya li herêmên dagirkirî û herêmên di bin serweriya hikûmeta Şamê de dewam dike. Li dijî Hevdîtina sêalî ya li Moskoyê pêk hat, nerazîbûn derdikevin. Li gelek bajarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Xwepêşandan li Idlib, Ezaz, Mari, Soran, Exterîn, Qebasîn, Bab, Cerablus û gelek deverên din yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hatin lidarxistin.
Xwepêşandan bi navê “Em ê bimrin û bi Esed re li hev nayên” hatin lidarxistin.
Xwepêşandêran, civîna di navbera wezîrên parastinê yên dewleta Tirk, hikumeta Şamê û Rûsyayê de pêk hat, şermezar kir û gotin:
“Ev civîn li ser xwîna bi milyonan hatiye lidarxistin.”
Xwepêşandêrên li Babê gelekî bi hêrsin gelek ji wan ala Tirkiyê dişewitînin dibêjin:
”Ev dawiya te ye Erdogan tê ji Sûriyê bê derxistin, ji sûriyê derkeve xayin”



