KNK’ê, piştî êrîşa li Garê, bi rengekî lezgîn li hev civiya û Maseyeke Aloziyê ava kir û bang diyalogê li aliyan kir.
KNK’ê di civîna xwe de ev biryar girtin:
– Ji bo rewş gav bi gav bê şopandin û tedbîrên pêwîst bên wergirtin, Maseya Aloziyê hate avakirin.
– Şandeyek di asta hevserokatiyê de wê biçe Başûrê Kurdistanê û bi aliyên pêwendîdar re têkiliyê deyne.
– Di demeke kurt de wê li ser Zoomê konferanseke berfireh bê lidarxistin.
KNK’ê diyar kir ku ew ji vê rewşê aciz in û divê pirsgirêk bi diyalogê çareser bibe.
KNK’ê bang li aliyan kir ku hêzên xwe li qadên berê bihêlin û ji gelê Kurd xwest ku nehêlin hêzên Kurdistanê bên hemberî hev.