Pevguhertina 5 girtiyan a di navbera DYA û Îranê de temam bû

Peymana pevguhertina girtiyan a di navbera DYA û Îranê de temam bû.
Waşîngton û Tehranê duh 5 girtiyên xwe vegerandin welêt.

Peymana pevguhertina 5 girtiyên Amerîkî û 5 girtiyên Îranî bi dawî bû.

Koşka Spî ragihand ku balafira Qeterê ya ku girtiyên Amerîkî tê de bûn giheşte Amerîkayê.

Wegera 5 girtiyan ji aliyê serokê Amerîka Joe Biden ve hate pêşwazî kirin.

Li hemberî vê yekê Îranê jî 5 girtiyên xwe girtin.

Her wiha Tehranê karî 6 Mîlyar dolarên xwe yên di bankayên Koreya Başûr de jî bigire.

Koşka Spî diyar kir ku 6 milyar dolar pereyên Îranê ji bo bankên Qeterê hatibûn şandin temam bû.

Ev agahî ji aliyê berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ve jî hate piştrastkirin.

Lê hemwextî vê yekê Koşka Sipî ragihand ku wan cezayên nû li ser berpirsên Îranê sepandine.

Wezareta Îstixbarata Îranê ragihand li dijî serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad û 300 kesên din Amerîkayê cezayên nû sepandiye.

Her wiha rêxistinên Îranê jî hatine cezakirin.

Biden û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê vê hefteyê biçin New Yorkê û beşdarî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibin.

Di daxuyaniyên ku hatin dayîn de hat diyarkirin ku dê di navbera herduyan de hevdîtin pêk neyê.

Tehran: Pevguhertina 5 girtiyên Amerîkî bi 5 girtiyên me re pêk tê

Back to top button