Almanya kontrola li ser sînor zêde dike

Li sînorê welatên Ewropa alarma ji bo koçberan heye.
Piştî Polonya niha jî Almanya tevdîrên li sînor zêde dike.
Almanyayê ragihand ku ji ber zêdebûna pêla koçberiyê ya ji Belarusê wan kontrolên li ser sînor zêde kirine.
Seroka Komîsyona Ewropayê von der Leyen diyar kir ku YE wê ‘dîwar û têlên li ser sînor’ fînanse neke.

Zêdebûna pêla koçberiyê welatên Ewropa xistiye nava tevgerê.

Piştî zêdebûna pêla koçberiya li ber sînorê Polonya yê bi Belarûsê بلاروسي re, Almanya jî tevdîran zêde dike.

Polîsên Almanyayê doh dest li koma rastgiriya tund werda ku ji bo vegerandina biyaniyan dixwazin bên Almanyayê li ser sînor li dewreyê digeriyan.

Di heman demê de ragihand ku wê kontrolên li ser sînor jî zêde bike.

Polîsan koma ji pêncî sempatîzanên Neo Nazî vegerand ku ji bo astengkirina koçberan hatin Brandenburgê.

Di dema operasyonê de sator, kêr, çoyên hesin û gaza îsotê bi dest xistin.

Piştre jî Wezîrê Karê Hundir ê Almanyayê Horst Seehofer diyar kir ku wê kontrolên li ser sînorê Polonyayê bêne zêdekirin û 800 polîsên din li herêmê bêne bicihkirin.

Rayedaran ragihandin ku îsal ji Belarusê di ser Polonyayê re zêdeyî 5 hezar koçber derbasî Almanyayê bûne.

Wezîrê Karên Hundir ê Alman her wiha diyar kir ku daxwaza parastina sînoran ‘ji bo astengkirina derbasbûna neqanûnî’ hewldaneke ‘rewa’ ye.

Gelek welat jî ji bo pêşî li ‘pêla koçberiyê ya mezin’ a ji Belarusê bigirin, ji Yekîtiya Ewropayê alîkariyê dixwazin ku dîwarê jê têlan çêbikin.

Polonyayê ji bo karibe dîwar li ser sînorê Belarusê lê bike 350 milyon euro xwest û bi hezaran leşker seferberî sînor kir.

Piraniya wan ji Rojhilata Navîn bi hezaran koçber piştî pêkanînên YE li ser Belarusê ji meha Tebaxê ve hewl didin ji sînor derbas bibin.

Awûstûrya, Bulgaristan, Qibris, Danîmarka, Estonya, Yûnanistan, Macaristan, Lîtvanya, Letonya, Polonya, Komara Çek û Slovakyayê li sînorê Belarusê dest bi danîna têlan kirin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen diyar kir ku YE wê ‘dîwar û têlên li ser sînor’ fînanse neke.

Back to top button