Fînlandiya: Pêkanîna biryara DMME girînge

Krîza dîplomatan Tirkiye û Ewropa aniye pêşberî hev.
Serokwezîra Fînlandiya bertek nîşan helwesta Erdogan ya ji bo sefîrê 10 welatan da û got:
Bertekên Erdogan, cihê xemgîniyê ye û girînge li gorî biryarên DMME tevbigere.
Divê navberê de, îro kabîneya Erdogan dicive.
Di rojeva sereke ya civînê de, êrişek dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, sefîrê 10 welatên ku gef li wan dixwe heye.

Gotinên azadiyê, serokomarê Tirkiye Erdogan bihêrs kiriye.

Ji ber daxwaza azadiya ji bo karsaz Osman Kavala, Erdogan gefê li welatên Rojavayî dixwe.

Serokwezîra Finlandiya Sanna Marin herî dawî li dijî gefên Erdogan bertek nîşan da.

Sanna Marin di axaftina xwe ya ji televîzyona dewletê ya YLE re kirî de got:

Ev rewşek pir xemgîn e.

Em girîng dibînin ku rêz li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bigirin û bi cih bînin.

Ji ber vê jî em daxwaza berdana vî parêzvanê mafên mirovan dikin.

Marin diyar kir ku derbarê mijarê de bi rayedarên Tirkiyê re di nava têkiliyê de ne û beriya ku bigihêjin encama dawî ji Enqerê li benda agahiyên zêdetirin.

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod ji TV2 re got:

“Em bi heval û hevkarên xwe re di vê mijarê de, di têkiliyê de ne.”

Norwêcê diyar kiribû ku ew ê ji Tirkiyê bixwazin ku li gorî hiqûqê tev bigere.

18’ê Cotmehê balyozên Enqereyê yên DYA, Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norwêc û Zelanda Nû yên ku daxwaza berdana Kavala kiribûn, bû sedema ku bibin armanca hêrsa Erdogan.

Erdogan ji Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû xwestibû ku 10 sefîr li Tirkiyê wek “Kesên li Tiriyê nayên xwestin” ragihîne.

Di armanca Erdogan de rojava û dîplomatên Ewropa hene

Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan îro bi beşdariya wezîran civîna kabîneyê li dar dixe.

Tê payîn ku di civînê de mijar ango rojevên girîng werin axaftin û nîqaşkirin.

Tê diyarkirin ku wê di civînê de li ser deswerdanek gengaz a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derxistina sefîrên welatên wek Amerîka, Fransa, Almanya û 7 welatên din ji Tirkiyê werin derxistin û her wiha geşedanên derbarê Vîrûsa Coronayê (Kovid-19) werin nîqaşkirin.

Yek ji xala herî girîng a rojeva vê civînê polîtîkaya derve ye.

Ev çend roj in di serî de Erdogan û rayedarên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên destwerdanê dixwin û muhtemeliya dewerdanekê tê çaverêkirin.

AKP ango deshilat jî li benda erêkirina Rûsya û Amerîka sekinî ye û wê geşedanên derbarê vê yekê de bigirin dest.

Back to top button