Dewleta Tirk gundên Şehba, Şera û Şêrawa bi dijwarî topbaran kirin

Artêşa Tirk duh berêvarê bi dijwarî dest bi êrişa ser malên şêniyan û erdên çandiniyê yên Şehba, Şera û Şêrawayê kir û topbaran îro dewam kir.

Artêşa Tirk bê navber gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kirin.

Êriş duh saet di 18:00ʹan de dest pê kirin û heta vê sibehê dom kir.

Dagirkeran duh zêdetirî 13 gundên kantona Şehba, navçeyên Şera û Şêrawayê yên Efrînê dan ber topan.

Zêdetirî 700 topên obîs, hawan û tankan li mal û zeviyên xelkên van herêman ketin e.

Li gorî agahiyan 190 topê li gundên Şera ketibûn…

Di heman demê de nuqteyekê hêzên hikûmeta Şamê jî hat hedefgirtin.

Ji ber topbarana dijwar zirar gihîşt mala Ebdurehman Hesen ê ji gundê Aqîbê û mala Tahir Bekro yê ji gundê Bênê.

Ebdurehman Hesen ku mala wî ji ber êrişan zirar dît, diyar kir ku dewleta dagirker navçeya Şêrawa, bi taybet gundê Aqîbê, topbaran kir.

Hesen anî ziman ku piraniya cihên hatine topbarankirin cihên sivîlan bûn.

Back to top button