Husiyan: Amerîka û Îngîlîstan 11 caran hudeyda ya Yemenê xistin

Êrîşên Hûsiyan piştî biryara mîsyona leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê, herwiha koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê li Behra Sor zêde dibin.
Di heman demê de êrîşên li dijî Hûsiyan jî zêde dibin.
Li gor Hûsiyan Amerîka û Îngîlîstanê 11 êrîş birine bajarê Hudeyda ya Yemenê.
Her wiha Hûsiyan berpirsyariya hedefgirtina keştiya Amerîkayê û keştiyeke ku îdia kiribû keştiyeke Îsraîlê ye li Kendava Adenê girtiye ser xwe.

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku Amerîka û Îngilîstanê ji danê sibê ve 11 êrîş birin ser bajarê Hudeyda yê li rojavayê welêt.

Li gorî nûçeya televizyona El-Mesîra ya Hûsiyan, Amerîka û Îngilîstanê cara 5’emîn li herêma Ras Îsa ya li navçeya El-Selîf a bajarê Hudeydeyê êrîşa hewayî pêk anîn.

Îro danê sibê hat ragihandin ku hêzên esmanî yên Amerîka û Îngîlîstanê 6 êrîş birin ser bajarê Hudeydayê.

Hudeyda yek ji girîngtirîn bajarên Yemenê tê dîtin, ji ber ku peravê wê dirêj e û sê benderên girîng tê de hene.

Li gorî medyaya Yemenê, herêma peravên El-Selif di bin kontrola Hûsiyan de ye û mazûvaniya bendereke girîng e.

Êrîşên Hûsiyan li behrê zêde dibin

Her wiha Hûsiyan berpirsyariya hedefgirtina keştiya Amerîkayê û keştiyeke ku îdia kiribû keştiyeke Îsraîlê ye li Kendava Adenê girtiye ser xwe.

Ji aliyê din ve rayedarekî Îngilîz diyar kir ku li Behra Sor tevgera balafirên bêmirov zêde bûye.

Êrîşa Washingtonê ya li dijî Hûsiyan di çarçoveya hewildanekê de ye ku kirînên wan ên leşkerî ji bo êrîşkirina ser keştiyan bigire û kêm bike.

Ev armanc di meha çaremîn a zêdebûna rageşiyê de ku Hûsiyan wekî ‘bertek li hemberî şerê Îsraîlê yê li Xezeyê’ binav kir de, bi ser neket.

Hikûmeta Yemenê piştî van geşedanan careke din hişyarî da li ser “metirsiya Hûsiyan li ser rewşa mirovî” û bi taybetî jî hedefgirtina keştiya alîkariyên xwarinê ya vê dawiyê ku çûbû bendera Adenê.

Dema ku hêrsa rojavayî û yemeniyan zêde bû piştî ku Hûsiyan roja Duşema borî keştiyeke genim a alîkariya Yemeniyan bi 2 mûşekan hedef girt, Hûsiyan got, “Keştî ya Amerîkayê ye.”

Êrîşên li dijî kiryarên Hûsiyan

Milîsên Husiyan a bi piştgirîya Îranê ji 19’ê Mijdarê vir ve nêzî 42 êrîş li ser keştiyan pêk anîne.

Paşê, li hember êrîşên wan, keştiyên Waşington û London jî li armancên Hûsiyan hatin zêdekirin.

Hûsiyan li xwe mikur hatin ku di van êrîşên welatên Rojavayî de heta niha 22 endamên wan hatine kuştin.

Li aliyê din piştî ku Hûsiyan li Behra Sor êrîşî keştiyên şer ê Amerîkayê kirin, di bersivdayîna Amerîkayê de 10 endamên Hûsiyan hatin kuştin.

Amerîka li Behra Sor balafirên bê mirov a Husiyan xistin

Back to top button