Li Venezûelayê ax şemitî: 30 kes mirin

Li Venezûelayê di kana zêr a neqanûnî de ax şimitî.
Herî kêm 30 kes mirin, zêdeyî 100 kes jî di binê erdê de mane.

Di hezaza ku li Venezûelayê di madeneke bi qaçaxî de hat xebitandin de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên destpêkê, li eyaleta Bolîvar a Venezûelayê di encama şimitîna axê de di kana zêr a qaçax de 30 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî di bin axê de man.

Rayedarên Venezuelayê ragihandin ku li bajarê Angostura ya eyaletê di kana zêr a ku bi qaçaxî tê xebitandin de hilweşîn çêbû.

Sekreterê Giştî yê Ewlekariya Welatiyê Bolîvarê Edgar Colina Reyes di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku komîsyoneke serbixwe çûye herêmê û derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi helîkopteran sewqî bajêr kirin.

Di nûçeyên di çapemeniya Venezûelayê de hat ragihandin ku hilweşîna ji ber şimitîna axê pêk hatiye.

Şîrketa weşanê ya Telesur ku navenda wê li Venezûelayê ye, kêliyên ku erd şimitî weşand.

Back to top button