Konê sersaxiya endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê hatiye vedan. Sersaxî wê 2 rojan dewam bike
Duh Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, gerîlayên bi navên Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5’ê Tîrmehê di êrîşeke hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Saet di 12:00’an de welatî wê li ber deriyê mala endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb a li taxa Bextiyar kom bibin û bi meşê biçin Mizgefta Ehmed Hacî .
Di van kêliyan de li Mizgefta Ehmed Hacî ya li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê, ji bo şehîd Diyar Xerîb serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.
Serdanên Sersaxiyê wê heta saet 16:00″an bên qebûlkirin.
Konê sersaxiyê wê 2 rojan ji bo sersaxiyê vekirî bimêne.