Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku wê di demek nêz de danûstandinên Îran û Siudiyê li Bexdayê destpê bikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên duh serdana Tahranê kir û bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr re civiya.
Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên got ku Iraq piştgiriya diyaloga navbera Îran û Siudiyê dike û got;
“Guftugoya me ya bi aliyên Îranê re li ser peywendiyên du alî û pirsgirêkên herêmê bûn.
Me behsa vekişîna Amerîka û peywendiyên welatên cîran kir.”
Wezîrê Derve yê Îranê jî got;
“Guftugoya me ya bi Iraqê re, li ser peywendiyên navbera Iraq û Îranê, bûyerên di demên dawî de di qewimin bû.
Wê di demek nêz de li Bexdayê danûstandinên Îran û Siudiyê pêkwerin.”