Rêveberiya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bîlançoya 9 mehên destpêkê yên îsal yê tundiyê li Başûrê Kurdistanê eşkere kir. Li gorî wê, 6 hezar û 432 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin.
Rêveberiya Têkoşîna li hemberî tundiya li ser Jinê a Başûrê Kurdistanê, rêjeya tundiyê ya 9 mehên destpêkê yên îsal eşkere kir.
Li gorî daneyan, tenê li Hewlêrê 2 hezar û 220 û li Dihokê jî hezar û 614 bûyerên tundiya li dijî jinan hatine tespîtkirin, ku her du bajar di bin serweriya PDKê de ne.
Her wiha ji destpêka îsal heta meha Îlonê, li Silêmaniyê hezar û 558, li Germiyanê 589, li Raperînê 278 û li Soranê 179 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin.
Di 9 mehên îsal de, 4 bûyerên kuştinê, 33 bûyerên xweşewitandinê, 51 bûyerên destavêtinê, 6 hezar û 317 gilîname hatine tomarkirin.
Li gorî bilançoyê,
6 hezar û 432 bûyerên tundiya li ser jinê hatine tomarkirin.
Ji van bûyeran,
Li Hewlêrê 2 hezar û 220 bûyer, li Dihokê hezar û 614,
Li Silêmaniyê hezar û 558, li Germiyanê 589,
Li Raperîn 278, li Soran jî 179 bûyerên tundiyê hatine tomarkirin.
4 Jin hatine kuştin, 18 jinan ji ber tundiyê xwekuştine, 33 xweşewitandin,
51 jin jî rastî destdirêjiyê hatine
Li gorî ku tê xuyakirin sal bi sal bîlançoyên kuştin û tundiya li ser jinê zêde dibe.
Sedemê wê jî paşxistina dozên jinan û necezakirina sucdaran e.
Tevî ku 280 rêxistinên jinan hene jî, lê belê ew rêxistin û saziyên hikumetê çareyekê ji bûyerên tundiya li dijî jinan re nabînin.